Çavkaniyên sûrî duh êvarê ragihandin ku topxana artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ser bajarokê Eyn Îsa û gundên wê li bakura parêzgeha Reqeyê ya Sûriyê zêde bû.
Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê Til Rifet da ber topên hawanan. Ji ber êrîşên wan 3 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 6 sivîl jî birîndar bûne.
Hat angaştkirin ku li navçeya Licê ya operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê lê didome, gundiyên li herêma operasyonê hatine îşkencekirin.
Balafirên şer û helîkopterên artêşa Tirkiyê herêmê Gare, Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistanê bombe kirin.
Artêşa Tirkiyê tevî çeteyên xwe bombeyan li gundên El Mişêrfê û Cehbel ên li rojhilatê Eyn Îsayê dibarînin.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ji gundê Mîrkan a navçeya Mabata ya Efrîn a dagirkirî nêzî 150 sivîl revandin.
Dewleta Tirkiyê ev du roj in bênavber gundên Zaxoyê topbaran dike. Hate ragihandin ku şêniyên gundê Şilînê dema xwestine biçin nava baxên xwe, ji aliyê qereqolên dewleta Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê ve hatine topbaran kirin.
Hêzên artêşa Tirkiyê piştî şandina bo Komara Azerbaycanê meşa leşkerî li nav kolanên Bakûyê li dar xist.
Li bajarê Serê Kaniyê yê kurdan li bakurê Sûriyê di encama teqînekê de hejmareke leşkerên Tirkiyê jî di nav de herî kêm 16 kes hatin kuştin.
Hawar Newsê nivîsiye: "Li herêma Efrînê ya dagirkirî sûcên şer bênavber didomin. Hêzên dagirker di Mijdara borî de 13 girên dîrokî wêran û talan kirin."