-
Li Almanya li karistaneke kîmyewî teqînek mezin pêk hat
Tîrmeh 27, 2021 20:15Teqîneke bihêz li karistaneke kîmyawî li Almanyayê pêk hat ku di encamê de 2 kes bi giranî birîndar bûne 5 kes jî wenda bûne.
-
Futbolîstê Almanî bi zimanê Kurdî teklîfa zewacê li dergistiya xwe kir
Tîrmeh 26, 2021 10:25Futbolîstê Almanî Max Kruse yê 33 salî ku niha bi tîma niştimanî ya Almanyayê re beşdarî di Olempîka Tokyoyê de kiriye, di weşaneke zindî de bi Kurdî pêşniyara zewacê li dergistiya xwe kir.
-
Deutsche Welle: Hejmara goriyên lehiya Almanya û Beljîkayê gihîşte 168 kesî
Tîrmeh 18, 2021 08:37Ajansa nûçeyan a Deutsche Welle ya Almanyayê êvara Şemiyê ragihand ku hejmara goriyên lehiya wêranker a vê dawiyê li vî welatî û Beljîkayê gihîştiye herîkêm 169 kesî.
-
Li Almanyayê ji ber rabûna lehiyan 10 kes mirin
Tîrmeh 18, 2021 00:39Li Almanyayê barîna baranên zêde bû sedemê rabûna lehiyan û heta naha 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û li eyaleta Rheinland – Pfalz 6 avahî hilweşiyan û lêgerîna 70 kesan jî berdewam dike.
-
Hejmara qurbaniyên lehiya Almanyayê gihişt 81 kesan
Tîrmeh 16, 2021 17:37Ji ber barîna baranê, li çend welatên Ewropayê lehî rabûn û 81 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan. a
-
Almanyayê hemû hêzên xwe ji Efxanistanê vekişandin
Hezîran 30, 2021 20:57Wezareta Berevaniya Almanyayê ragihand ku wan hemû hêzên xwe yên leşkerî ji Efxanistanê vekişandin.
-
Heiko Maas: Em dê alîkariya Iraq û Sûriyê bikin
Hezîran 30, 2021 11:38Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas got ku ew ê di çarçoveya piştgiriya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de 150 mîlyon Euro ji bo Iraqê û 75 mîlyon Euro jî ji bo Sûriyê xerc bikin. Wezîre derve yê Iraqê Fuad Husên jî got ku divê malbatên DAIŞê yên li Kampa Holê ji hêla welatên xwe ve werin qebûlkirin.
-
Şeva xatirxwestina tehl a Yoaxîm Lo; Almanyayê derda û ji Euro 2020î veqetiya
Hezîran 30, 2021 08:44Qonaxa heşt yeka dawiyê ya Euro 2020î bi derdana Almanyayê li hemberî Inglîzê bi dawî bû. Ev dawiya xebata Yoaxîm Lo (Joachim Löw) li tîma neteweyî ya Almanyayê bû.
-
Li Almanyayê êrişa bi kêrê: 3 kuştî, 6 birîndar
Hezîran 26, 2021 15:40Li bajarê Wurzburg ê Almanyayê duh di demjimêrên êvarî de kesekî bi kêrê êrişî xelkê kir û di encamê de herî kêm 3 kes hatin kuştin û 6 kes birîndar bûn.
-
Daxwaza 'Bila cihê pêşbirka fînala Euro 2020î biguhere' di rojevê de ye
Hezîran 23, 2021 12:30Biryar ew bû pêşbirka fînalê ya Euro 2020'î li Londona Îngilistanê bê lîstin lê ji ber ku asta vîrusa Koronayê li Îngilistanê zêde bûye meseleya pêşbirka fînalê tê nîqaşkirin. Serokê Îtalyayê jî li ser vê fikra xwe got.