Balefirên şêrr ên Siûdiyan hin navçeyên sê parêzgehên Yemenê dane ber êrîşê.
Li paytexta Somalî Mogadîşûyê, terorîstên Şebab ên ser bi El Qaîdeyê êriş birin ser otelekê. Di êrişê de 11 kes hatin kuştin.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Iraqê qala qedexetiya dayîna vîzayê jibo welatiyên Tirkiyê li derbasgehên sînorî û balefirgehên wî welatî kir.
Li texma Alîboxaziyê ya navçeya Xozatê helîkopterên kobrayî qada daristanî bombeberan kirin. Piştî bombeberanê agir bi daristanê ket. Şewata li daristanê hîn jî didome.
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku li dijî êriş û binpêkirinên Tirkiyê ew xwedî piştgiriyeke navdewletî ne û tekez kir, “Em li hember Tirkiyê xwedî bijardeyên bihêz in.”
Berdevkê giştî yê artêşa Iraqê Yehya Resûl bombebarana dewleta Tirkiyê ya li ser herêma Sîdekanê ku di encama wê de fermandarên artêşa Iraqê hatin kuştin, şermezar kir.
Balafirên şer ên Tirkiyê gundek yê Herêma Biradostê topbaran kirin. Agir bi baxçeyê welatiyan ket.
Parlamentoya Iraqê bang li Konseya Ewlekariyê ya NY'yê kir ku bi lez destwerdanê bike û sînorekî ji binpêkirinên domdar ên Tirkiyê re deyne.
Serokomariya Iraqê derbarê bombebarana civîna fermandarên Hêzên Zêrevanên Sînorî yên wî welatî û PKKê de daxuyaniyek belav kir û tê de ew êrişa Tirkiyê şermezar kir.
Balafirên şer ên dewleta Tirkiyê şeva Yekşemê bombe li herêma Batûfa ya Başûrê Kurdistanê barandin.