Êrîşkarê Avahiya HDPê ya li Bahçelîevlerê Muhamed Eren Sutçu, piştî darizandinê ji aliyê dadgehê ve serbest hat berdan.
Li Bexdayê bi dronên bombekirî (întiharî) êrîşî binkeyeke serbazî ya Amerîkayê hat kirin.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê gundên Şera û Minix û balafirgeha Minixê topbaran dikin.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê bi top û hawanan hin gund û bajarokên bakurê rojhilatê Helebê topbaran kirin.
Çavkaniyekî ewlehiya Iraqê ragihand; li parêzgeha Selahedîn DAIŞê êrîşî fewceke polîsê hawarçûnê kir û ji ber êrîşê kuştî û birîndar hene.
Çavkaniyên iraqî qala êrîşa li ser karwanekî din ê lojestîkî yê artêşa Amerîkayê li Bexdayê kir.
Artêşa Tirkiyê roja Sêşemiyê careke din cihwarên jiyanê li parêzgeha Hesekeyê ya bakurê Sûriyê dan ber êrîşên topxaneyê.
Çavkaniyên sûrî ragihand ku artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi Enqerê hêzgeha elektrîka Til Temirê li derdora bajarê Hesekeyê li bakurê Sûriyê bi mûşekan dane ber êrîşê.
Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê, îro xwepêşandêrên girêdayî komên cuda êrişî navenda komîseriya bilind a hilbijartinan a li Terablusê kir û hilbijartinên ku dê 24`ê Kanûnê bên lidarxistin red kir.
Ji ber êrîşa hêzên Talibanê li ser dawetekê li parêzgeha Texarê çend kes birîndar bûn.