Li Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê êrîşî malekê hat kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i334938-li_silêmaniyê_ya_herêma_kurdistanê_êrîşî_malekê_hat_kirin
Li taxa Kazêwe ya bajarê Silêmaniyê li Kurdistana Iraqê dengên du teqînan li pey hev hatin bihîstin, ku dengê duyem mezin bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 30, 2022 03:44 Asia/Tehran
  • Li Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê êrîşî malekê hat kirin

Li taxa Kazêwe ya bajarê Silêmaniyê li Kurdistana Iraqê dengên du teqînan li pey hev hatin bihîstin, ku dengê duyem mezin bû.

Peyamnêrê K24ê ji çavkaniyekî agahdar ragihand, di demjimêr 20:00an de dengên du teqînan li taxa Kazêwe ya bajarê Silêmaniyê hatin bihîstin.

Çavkaniyên li nêzîkî cihê bûyerê ragihand ku kesekî li ser motorsîkletê narincok avêtiye nava malekê.

Piştî teqînan, hêzeke mezin a ewlehiyê gihîşte cihê bûyerê.

Hîn derbarê hegera vê êrişê û xisarên wê yên canî û maddî ti nûçeyek belav nebûye.