Serokwezîrê Ermenistanê careke din ragihand ku vî welatî belgeyên teqil û tekûz hene ku çeteyên çekdar ji Sûriyê hatine Komara Azerbaycanê.
Wezîrê karên derve yê Îranê derbarê veguhestina û bicihkirina komên têrorîst li navçeya Qerebaxê hişyarî da.
Hêzên Qerebaxê girtina çeteyekî ji Sûriyê ku li rex hêzên Komara Azerbêcanê şer dike, ragihand.
Çeteyên dewleta Tirkiyê ji duh ve herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de (herêmên bêçek) topbarana dike. SOHR`ê diyar kir ku bi sedan mûşek li herêmê ketine.
Tevî bangên agirbestê ji bo herêma Qerebaxê tê kirin, Dewleta Tirkiyê çeteyên sûrî dişîne Komara Azerbaycanê.
Çeteyên dewleta Tirkiyê herêmên li gundewarên başûrê Idlibê kirin hedef û toparan kirin û hêzên Artêşa hikumeta Şamê jî deverên ku çete û terorîst tê da ne li herêma Idlibê gullebaran û topbaran kirin.
Hêzên Heşda Şeibiyê ya Iraqê Îniyê bi şev hewildana çeteyên DAIŞê jibo êrîşa ser bajarê Samerayê li parêzgeha Selahedînê pûç kir.
Endamên Kongreya Îslamî ya Jinan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li dijî mirovahiyê sûcan pêk tînin û bi navê îslamê hewldana qirkirin û çewisandina nasnameya gelan dike.
Çeteyên ser bi dewleta Tirkiyê, 8 kes ji 2 gundên Efrînê revandin.
Wezîrê karên derve yê Misirê Tirkiye tawanbar kir ku çeteyên têrorîst jibo alozkirina aramiya navçeyê bi kar tîne.