Artêşa Tirkiyê û grûpên çete şeva bihorî li bakurê bajarokê Eyn Îsa êrîşeke berfireh bo ser binkeyên Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) destpê kirin û du gund dagir kirin.
Li navçeya Cindirêsê ser bi Efrînê ve şer di navbera grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de derket û kuştî û birîndar hene.
QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi operasyoneke hêzên ewlekariyê 3 çeteyên DAIŞ`ê hatine girtin.
Li bakura rojhilatê Sûriyê nêzîkî milyonek û 200 hezar kes li herêma Hesekê û derdora wê ji 17 rojan ve bê av in.
Li Efrînê di nav du hefteyan de herî kêm 30 welatiyên kurd ji aliyê çete û çekdarên kirêgirtî yên Tirkiyê ve hatine revandin.
Dîsa artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ji baregeha xwe ya li gundê Yaşlî yê dagirkirî, gundewarên rojavayê Minbicê bi çekên giran tobparan dike.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), daxuyand ku piştî hikumeta Azerbaycanê red kir ku çeteyên sûrî yên girêdayî dewleta Tirkiyê li Komara Azerbaycanê bi cih bibin, hin beşên ji çeteyan vegerîn Sûriyê.
Dezgehên çapemeniya ereb daxuyand ku 3 balafirên kargoyê(barî) yên dewleta Tirkiyê duh barên xwe li baregeha Wetiyê ya rojavayê Lîbyayê vala kirin.
Li herêma Girê Spî ya dagirkirî, di navbera komên çete de şer derket. Di encamê de ciwanek hate kuştin. Hate gotin ku çeteyan li tevahî gundên herêmê ji bo girtina kesên ku dixwazin, pêngavek dan destpêkirin.
Çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê li gundên navçeya Cindirêsê ya Efrînê 4 sivîl revandin, di nav de 3 jin hene.