Civîna Mezlûm Ebdî û berpirsên Sûriyê bê encam bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i357797-civîna_mezlûm_ebdî_û_berpirsên_sûriyê_bê_encam_bû
Civîna Serfermandê Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) li gel hikûmeta Sûriyê bi dawî hat û li gorî serekaniyên nûçeyan ên Şamê ev civîna ti encamek tinebû û hat lihevkirin ku civînek din were lidarxistin.
(last modified 2026-01-04T11:24:47+00:00 )
Çile 04, 2026 16:24 Asia/Tehran
  • Civîna Mezlûm Ebdî û berpirsên Sûriyê bê encam bû

Civîna Serfermandê Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) li gel hikûmeta Sûriyê bi dawî hat û li gorî serekaniyên nûçeyan ên Şamê ev civîna ti encamek tinebû û hat lihevkirin ku civînek din were lidarxistin.

HSD`ê herwiha ragihand ev civîna di çarçoveya wan gotûbêjan da bû ku peywendiya wan bi pêvajoya tevlîkirina van hêzan nav artêşa da heye. Eva civîna yekem a bilind a her du aliyan di sala 2026`an de ye. Îro Yekşemî, şandeke bilind a HSD`ê bi serokatiya Mezlûm Ebdî, gihîşte Şamê. Ev şanda ji Mezlûm Ebdî, Serfermandê HSD`ê, Sozdar Dêrik û Sîpan Hemo, endamên fermandetiya giştî ya HSD`ê pêk tê ku li Şam a paytexta Sûriyê li gel berpirsên hikûmeta vî welatî zincîrecivînan li dar dixin. Ev seredan di demekê da ye ku berî nika jî çend caran di navbera Teşkîlata ser bi HSD`ê ve û hikûmeta Sûriyê de gotûbêj pêk hatiye lê pirsa tevlîkirina hêzên leşkerî û şêwaza fermandetiya wan yek ji xalên nakokiyê di navbera her du aliyan da bû.