Serokê ENKS: Sûrîye yan divê nenavendî be u yan dê perçe bibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i357354-serokê_enks_sûrîye_yan_divê_nenavendî_be_u_yan_dê_perçe_bibe
Serokê Encumena Niştîmanî ya Kurdên Sûrîyê (ENKS) bal kişand ser muzakireyên kurdan u hikûmeta navendî di demên buhurî da u got: Desteyên kurdan bi caran ji bo gotûbêjê hewil dane, lê encameke şênber ji hêla Şamê va wernegirtine.
(last modified 2025-12-05T11:54:06+00:00 )
Kanûn 05, 2025 14:00 Asia/Tehran
  • Serokê ENKS: Sûrîye yan divê nenavendî be u yan dê perçe bibe

Serokê Encumena Niştîmanî ya Kurdên Sûrîyê (ENKS) bal kişand ser muzakireyên kurdan u hikûmeta navendî di demên buhurî da u got: Desteyên kurdan bi caran ji bo gotûbêjê hewil dane, lê encameke şênber ji hêla Şamê va wernegirtine.

Mihemed Simayîl got: Parliman u dezgehên hikûmî hê ne serbixwe ne û tenê li gorî fermana hikûmetê kar dikin. Bi zorê nikarin yekitîya gel garantî bikin. Mihemed Simayîl herwiha amajeyî hilbijartinê û parlimana nû kir u got ku şêwaza nika ya hilbijartinê nikare dadperwerî û wekîltîya rastî pêk bîne, ji ber ku hemî biryarên kilîdî di destê hikûmeta navendî da ne u gel u partîyên kêmîne ti roleke rastî di biryaran da tinene. Wî derbara rola civaka navdewletî u welatên cînar da jî got: Welatên cînar u bîyanî divê rola piştgirîya ji mafên gelê Sûrîyê bilîzin ne ku himber daxwazên rewa yên kêmîneyan bisekinin.