NY: 16.5 milyon Sûrî hewcedarê alîkariya mirovheziyê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i356108-ny_16.5_milyon_sûrî_hewcedarê_alîkariya_mirovheziyê_ne
Hewahengkerê Karûbarên Mirovî yê NY li Sûriyê got: Ji ber xemsariya Rejîma terorîst a Sûriyê li himber debara jiyana xelkê vî welatî, zêdetir 16.5 milyon sûrî hewcedarê alîkariyên mirovheziyê ne.
(last modified 2025-09-09T13:15:16+00:00 )
Îlon 09, 2025 14:31 Asia/Tehran
  • NY: 16.5 milyon Sûrî hewcedarê alîkariya mirovheziyê ne

Hewahengkerê Karûbarên Mirovî yê NY li Sûriyê got: Ji ber xemsariya Rejîma terorîst a Sûriyê li himber debara jiyana xelkê vî welatî, zêdetir 16.5 milyon sûrî hewcedarê alîkariyên mirovheziyê ne.

Adam Ebdel Molî got: Ev hejmar ji xeynî 2.5 milyon awareyên navxweyî  yên Sûriyê û penaberên li derveyî welêt e ku vegeriyane deverên xwe yên niştecîbûnê ku gelek ji wan malên wan hatine wêrankirin. Ebdal Molî her wiha got ku ev welata hîna  jî ji ber qeyrana awarebûnê êşê dikişîne ji ber ku zêdetirî 6 milyon sûrî hîn jî di hundurê welêt de aware ne û  zêdetirî 6 milyon penaber  li seranserê cîhanê hene.