Êrişa nû ya leşkerên dagirkir ser axa Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i355952-Êrişa_nû_ya_leşkerên_dagirkir_ser_axa_sûriyê
Komek ji leşkerên artêşa Rejîma Siyonîst êrişî hin navçeyên parêzgeha Quneytere ya Sûriyê kirin.
(last modified 2025-08-29T11:27:49+00:00 )
Tebax 29, 2025 16:39 Asia/Tehran
  • Êrişa nû ya leşkerên dagirkir ser axa Sûriyê

Komek ji leşkerên artêşa Rejîma Siyonîst êrişî hin navçeyên parêzgeha Quneytere ya Sûriyê kirin.

Leşkerên Rejîma Siyonîst di êrişa xwe ya herî nû ser axa Sûriyê de derbasî gundê Semdaniyeya Rojhilat li başûrê Quneyterê bûn. Leşkerên dagirkir li gel çend tirombîlên leşkerî û tankekî, li gund geriyan û ketin hin malan.

Duh jî karewanek ji leşkerên dagikir ketibûn gundê Eyn Zîwanê li parêzgeha Quneyterê. Komek din ji leşkerên siyonîst jî li gundê Royhîneyê li parêzgeha Quneyterê, du ciwan girtin.

Di van mehên derbasbûyî de leşkerên dagikir ên Siyonîst bi awayekî berdewam êrişî axa Sûriyê kirine.