Cinayetên Rejîma Siyonîst li Sûriyê û bêdengiya Colanî
Mîs Krîdî, endama Komîteya Destûra Bingehîn a Civaka Sivîl, tekez kir ku cinayeta rayedarên Şamê li Swêdayê karê hikûmeta demkî ya Colanî ye da ku peyman û rêketinên wê û Rejîma Sîyonîst veşartî bîmînin.
Mîs Krîdî got: Mixabin ev hikûmeta demkî yanê hikûmeta Colanî rêzê li peymanan nagire û tu qanûnên wê nînin.Êrişkeke mîna êrişa moqolan ser Siwêdayê pêk anî û tevahiya vê bûyerê ji bo veşartina rêketinan û sozên ku hikûmeta Sûriyê dabûn aliyê Siyonîst, bûn.
Wê herwiha got: Êrişa ser xelkê Siwêdayê, dizîna perên wan û talankirina milkê wan beşek ji karên rojane û hertimî yên hêzên Colanî ye. Wî ragihand ku piştî van handanan êrişên ser civaka Dirûzî ji aliyê şêniyên çolê ve dest pê kirine. Di heman demê de, hêzên girêdayî Colanî li hemû deriyên Swêdayê bi cih bûbûn û bi Dirûziyan re ketin pevçûnê.