Dewama êrişên Rejîma Siyonîst ser Şamê
Rejîma Siyonîst di berdewamiya cinayetên xwe de navçeyên curbicur ên Şamê, ji wan meydana sereke ya bajêr, avahiya Serfermandariya Artêşa Sûriyê û Qesra Serokkomariya vî welatî dan ber bombeyan.
Di nav bûyerên xwînavîn li başûrê Sûriyê û di dewama pevçûnên berdewam ên di navbera Durzî û hêzên ewlehiyê yên hikûmeta demkî ya Colanî de rejîma Siyonîst êrişên xwe yên giran ser Şamê domandin û îro meydana sereke ya Şamê, avahiya Serfermandariya Artêşa Sûriyê û Qesra Serokkomariya Sûriyê bombebaran kir. Dewra nû ya êrişên Rejîma Siyonîst ser Şamê demekê piştî êrişên vê rejîmê ser çend deverên din ên Şamê vê sibê pêk hat.
Ajansa nûçeyan a SANAyê di raporekê de tekez kir ku yek ji êrişên Rejîma Sîyonîst îro piştî nîvro ser baregeha Serfermandariya Artêşa Sûriyê li navenda Şamê bûye. Çavkaniyên sûrî, bi ragehandina vê yekê ku heta niha hejmara kuştî û birîndarên van cinayetên artêşa Îsraîlê nehatiye diyarkirin û tekez kirin ku êrişên hewayî yên Îsraîlê li derdora avahiyên hikûmetê, ji wan Wezareta Berevaniyê û Avahiya Serfermandetiya Artêşê û meydana sereke ya Şamê, bi teqînên giran bûne. Çavkaniyên herêmî basa amadebûna berfireh a hêzên alîkariyê li cihê teqînê dikin.