HSD: Em ne xwazyarê perçekirina axa Sûrîyê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i355346-hsd_em_ne_xwazyarê_perçekirina_axa_sûrîyê_ne
Berdevkê HSDê dew û doza cidatîxwazîyê ya ji hêla Wekîlê Amerîkayê li Sûrîyê derew zanî û ragihand ku HSD ti nîyetek ji bo perçekirina axa Sûrîyê yan cidakirina herêmên bakur û rojhilata vî welatî tineye.
(last modified 2025-07-14T12:47:16+00:00 )
Tîrmeh 14, 2025 11:51 Asia/Tehran
  • HSD: Em ne xwazyarê perçekirina axa Sûrîyê ne

Berdevkê HSDê dew û doza cidatîxwazîyê ya ji hêla Wekîlê Amerîkayê li Sûrîyê derew zanî û ragihand ku HSD ti nîyetek ji bo perçekirina axa Sûrîyê yan cidakirina herêmên bakur û rojhilata vî welatî tineye.

Ebcer Dawûd Berdevkê HSDê got: HSD amade ye di çarçova artêşa netewî ya Sûrîyê rolê bilîze. Me ti nîyetek ji bo perçekirina axa Sûrîyê yan cidakirina herêmên bakur û rojhilata vî welatî tineye. Hin gotinên Tomas Barak Wekîlê Amerîkayê di Karên Sûrîyê di vî warî da nerast in û em wan ret dikin, ji ber ku em xwe wek beşeke rêçareyê dizanin.

Berdevkê HSDê herwiha got: Ev meseleyeke bingehîn e ku HSD li rex artêşa Sûrîyê cî bigire û em amade ne wek beşeke artêşa netewî ya Sûrîyê kar bikin, tevî ku hin cidatî di navbera nijyara artêşa Sûrîyê û HSDê da heye, ku ev yek jî hewcedarê hevahengî û rêkxistinê ye.