Rejîma Sîyonîst enqest êgir berdide erdên Sûrîyê
Tîrmeh 12, 2025 15:45 Asia/Tehran
Çavkanîyên medyayî aşkira kirin ku Artêşa Rejîma Sîyonîst enqest êgir berdide herêmên Sûrîyê yên sînorî yên pêşberî Colana dagirbûyî.
Çavkanîyên medyayî ragihandin ku artêşa Rejîma Sîyonîst duh enqest agir berda erdên Sûrîyê li derdora parêzgeha Quneyterê ku nêzîkî herêma sînorî ya pêşberî Colana dagirbûyî ye.
Wî agirî bi dehan donim erdên rojavaya gundê Refîd li derdora Quneyterê li başûr-rojavaya Sûrîyê girtîye ber xwe.
Mihemed Se`îd Cîgirê Parêzgarê Quneyterê jî di hevpeyvînekê da ragihand ku Rejîma Sîyonîst piştî ketina hikûmeta Esed, zêde ji 8 binkeyên leşekrî li bakura parêzgeha Quneyterê heta gola Yermûkê di hundurê navçeya navbirr a di rêkevtinameya cidakirina hêzan di sala 1974ê da hatîye wajokirin, ava kirîye.