Êrişa Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst ser Laziqiyeya Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i354497-Êrişa_balafirên_cengê_yên_rejîma_siyonîst_ser_laziqiyeya_sûriyê
Medyayên Ereb îro Îniyê basa êrişa balafirên cengê yên artêşa Rejîma Siyonîst ser bendera Laziqiyê li rojavaya Sûriyê kirin.
(last modified 2025-05-02T12:03:08+00:00 )
May 02, 2025 13:53 Asia/Tehran
  • Êrişa Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst ser Laziqiyeya Sûriyê

Medyayên Ereb îro Îniyê basa êrişa balafirên cengê yên artêşa Rejîma Siyonîst ser bendera Laziqiyê li rojavaya Sûriyê kirin.

Balafirên cengê yên artêşa Rejîma Siyonîst îro bendera Laziqiyê li rojavaya Sûriyê kirin hedef. Hevgavê viya kanala El Cezîrê jî basa êrişekê ser zewiyekê li nêzîkî bajarê Suweydayê li başûrê Sûriyê kir. Kanala nûçeyan a Rasidê ragihand ku ev êrişa bi xwefireka artêşa Rejîma Siyonîst pêk hatiye. Li gorî vê kanalê di encama vê êrişê de çend kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Ev êriş piştî wê pêk hatin ku derdora koşka serokomartiyê li Şamê jî berî nika ketibû ber êrişên hewayî yên Rejîma Siyonîst. Rejîma Siyonîst sibeha roja Îniyê avahiyekê li 400 metreyî ya Koşka Serokomartiya Sûriyê li bajarê Şamê kire hedef.