Giranbûna êrişên Tirkiyê ser Tişrîn û Pira Qereqozaqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i353748-giranbûna_êrişên_tirkiyê_ser_tişrîn_û_pira_qereqozaqê
Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand, Tirkiye û komên bin fermana Enqerê êrişên xwe li bereyên derdora Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê zêde kirine.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Adar 12, 2025 11:20 Asia/Tehran
  • Giranbûna êrişên Tirkiyê ser Tişrîn û Pira Qereqozaqê

Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand, Tirkiye û komên bin fermana Enqerê êrişên xwe li bereyên derdora Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê zêde kirine.

Navenda Ragihandinê ya HSDê bi ragehandina giranbûna êrişên Tirkiyê û komên ser bi Enqerê li derdora bendava Tişrîn û pira QereQozaq di nava axa Sûriyê de ragihand ku di êrişên duh  ser bajarê Serînê de zarokek hat kuştin û 3 zarok jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand, hikûmeta Tirkiyê û hêzên bin fermana  wê ji duh ve zêdetirî 70 caran gundên derdora Qereqozaqê û girên Sêwê û Qereqozaqê bi top, tank, roket û hawanan bombebaran kirine.Li gorî vê raporê, navçeyên gundewarên bakûr û başûrê bendava Tişrînê jî çendîn car ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin, ku di encamê de agir bi gelek mal û baxçeyên xelkê ketiye.