Xwepêşandanên li dijî Colani li Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i353097-xwepêşandanên_li_dijî_colani_li_sûriyê
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku li Laziqiyê, Hums û Tertûsê li dijî hêzên Tehrîr El-Şam û kiryara polîsê Humsê derheq pêkanîna rewşa leşkerî li vê deverê xwenîşandanên girseyî hatin lidarxistin.
(last modified 2025-01-25T11:30:47+00:00 )
Çile 25, 2025 14:38 Asia/Tehran
  • Xwepêşandanên li dijî Colani li Sûriyê

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku li Laziqiyê, Hums û Tertûsê li dijî hêzên Tehrîr El-Şam û kiryara polîsê Humsê derheq pêkanîna rewşa leşkerî li vê deverê xwenîşandanên girseyî hatin lidarxistin.

Xelkê çend deveran li derdora Humsê xwenîşandanek li dar xistin û daxwaza rawestandina destdirêjî û cinayetên  komkujiyê kirin ku ji aliyê  bandên çekdar ên ser bi rejîma Cûlanî ve li dijî Şîeyên Sûriyê pêk tên.

 Wan her wiha daxwaza zelalkirina çarenivîsa zêdetir ji 50  kes ji xelkê van deveran kirin ku endamên  hikûmeta Colanî ev rewandine .

 Hejmarek ji welatiyên Sûriyê jî gotine, hêzên HTŞ dema  ku wan bi cil û bergên Îslamî li kolanan dibînin êrişî  ser wan dikin.