Destdirêjîya hewayî ya Tirkîyê ser Sûrîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i352790-destdirêjîya_hewayî_ya_tirkîyê_ser_sûrîyê
Balafirên cengê yên Tirkîyê sînorê hewayî yê Sûrîyê bezandin û êrişî çeperên HSDê kirin.
(last modified 2025-01-04T10:57:59+00:00 )
Çile 04, 2025 11:49 Asia/Tehran
  • Destdirêjîya hewayî ya Tirkîyê ser Sûrîyê

Balafirên cengê yên Tirkîyê sînorê hewayî yê Sûrîyê bezandin û êrişî çeperên HSDê kirin.

Balafirên cengê yên Tirkîyê di dewama destdirêjîya ser axa Sûrîyê da, bi giranî êrişî deverên rojhilata Helebê û çeperên HSDê kirin.

Tirkîyê di hefteyên vê dawîyê da destdirêjîya ser axa Sûrîyê giran kirîye, lê hêzên di bin fermana Enqerê da himberî hêzên HSDê tûşî têkçûn û zîyanên giran bûne.

Berî vîya HSDê karîbû çend xwofirrên Tirkîyê li rojhilata Firatê jorda bixe.

HSD ku ji Kanûna buhurî va çend êrişîên çekdarên ser bi Tirkîyê yên ser gundên başûra bendava Tişrînê pûç kirine, di pevçûna herî dawîn da karîn 30 kes ji wan efserekî payebilind ê Tirkîyê bikujin.

Çavkanîyên sûrî jî piştrast kirin ku efserekî pillebilind ê Tirkîyê di encama pevçûna himberî HSDê li derdora bendava Tişrînê hatîye kuştin.