HSD`ê careka din êrişî Minbicê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i352733-hsd_ê_careka_din_êrişî_minbicê_kir
Serê sibeha îro hêzên HSD`ê careka din êprişî bajarê Minbicê û di navbera HSD û çekdarên ser bi Tirkiyê de şerr û pevçûneka giran derket.
(last modified 2024-12-31T11:26:26+00:00 )
Kanûn 31, 2024 14:36 Asia/Tehran
  • HSD`ê careka din êrişî Minbicê kir

Serê sibeha îro hêzên HSD`ê careka din êprişî bajarê Minbicê û di navbera HSD û çekdarên ser bi Tirkiyê de şerr û pevçûneka giran derket.

Li gorî ragihandina çavkaniyên nûçeyan hêzên HSD`ê bi çekên giran bajaroka Ebû Qilqil û navenda gundê Şaş Albonanê li başûr rojhilatê Minbicê dan ber topan. Paşê hêzên wan ketin nav cihên ku şerr û pevçûnên giran di navbera HSD û çekdarên ser bi Tirkiyê de qewimîn. Di eynî demê de hêzên HSD`ê ketin kolanên rojhilat ên bajarê Minbicê û di van deran da jî pevçûneka giran qewimîn lê heta nika xisar nehatine ragihandin.

Hevgavê viya li mêhwera bendava Tişrînê hêzên HSD`ê êrişeka çekdarên tundrê ser gundê Seîdînê pûç kirin.