Kanûn 23, 2024 18:03 Asia/Tehran
  • Pevçûna giran a HSD bi mîlîtanên ser bi Tirkiyê ra li Helebê

Çavkaniyên Sûriyê ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk, HSD, li derdora Bendava Teşrînê li derdora Helebê bi komên çekdar ên girêdayî artêşa Tirkiyê re ketine pevçûnê.

Van çavkaniyan ragihandin ku êrişa hêzên girêdayî Tirkiyê ji aliyê hêzên HSD ve hatiye pûçkirin.

Çavkaniyên hanê herwiha ragihandin ku otombîleke leşkerî ya komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê li derdora pira  Qerqozaqê li rexê rojavaya çemê Firatê ji aliyê hêzên  HSD ve hatiye teqandin.

Herwiha hêzên HSD kuştina 15 kes ji hêzên xwe di encama pevçûna bi hêzên ser bi Tirkiyê û terorîstên  girêdayî bi Tirkiyê  re li derdora bajarê Helebê piştrsat kir.

Piştî hilweşyana hikûmeta Sûriyê di 8ê Kanûnê de, Tirkiyê û Rêjîma Siyonîst liv û tevgerên xwe ji bo dagirkirina axa Sûriyê zêde kirine.

Serepeyv