Şêxê durûziyên Sûriyê: Hewil tên dayîn me ji hawêrdora erebî cuda bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i349999-Şêxê_durûziyên_sûriyê_hewil_tên_dayîn_me_ji_hawêrdora_erebî_cuda_bikin
Şêxê durûziyên Sûriyê li berteka li himber nakokiyên Rejîma Siyonîst derbarê êrişa ser gundê Mecdel Şems got: Ev tiştekî veşartî nîne ku hinek hewldan ji bo fitnexwaziyê di rojevê de ne.
(last modified 2024-07-29T04:26:21+00:00 )
Tîrmeh 29, 2024 07:50 Asia/Tehran
  • Şêxê durûziyên Sûriyê: Hewil tên dayîn me ji hawêrdora erebî cuda bikin

Şêxê durûziyên Sûriyê li berteka li himber nakokiyên Rejîma Siyonîst derbarê êrişa ser gundê Mecdel Şems got: Ev tiştekî veşartî nîne ku hinek hewldan ji bo fitnexwaziyê di rojevê de ne.

Yûsif Cerbû yek ji şêxên navdar ên Durziyên Sûriyê ragihand: Gişt dizanin ku hewldan ji bo fitnexwaziya ji bo veqetandina me ji  mal û milkên me yên Erebî hene. Wî got ku em hevxemiya xwe bi malbatên kesên ku li gundê Mejdal Şems ê  Golana dagirkirî ve hatine kuştin, radigihînin.

 Yûsif Cerbû got: Em ligel xelkê gundê Mejdal Şemsê li li himber  êrişên dijminane yên ku bûne sedema kuştina zarok û ciwanên bêguneh radiwestin.

Şêxê Durzîyên Sûriyê her wiha got: Em  piştrast in ku  em ê vê pirsgirêkê derbas bikin û eşîra Muwehidînê  Durzî jî li ser  erebbûan xwe berdewam bin. Wî her wiha tekez kir: Derûzî dê li bereya pêşî  ya hêzên berxwedanê de bimîne ji bo berevaniya ji  pirsgirêkên welatên erebî.

Wezareta Derve ya Sûriyê îro Yekşemê di daxuyaniyekê de ragihand: Cinayeta  Mecdel Şems di çarçoveya hewldanên rêjîma dagîrker  ji bo girankirina aloziyan li navçeyê û berferehkirina destdirêjiyên ser  wê deverê cih tê.