Nîsan 17, 2023 18:29 Asia/Tehran
  • Eskerên amerîkî di dema operasyona Helîbornê li derdora Heleba Sûriyê de birîndar bûn

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku di dema Helîborna hêzên artêşa Amerîkayê li navçeya Cirablosê ya bakurê Heleba Sûriyê û pevçûna navbera amerîkiyan û çekdarên ser bi Tirkiyê de hejmarek ji eskerên amerîkî birîndar bûn û helîkoptereke wan jî xisareke zêde pê ket.

Çavkaniyên xwecihî li Heleba Sûriyê vê sibê derbarê pevçûna di navbera eskerên amerîkî û çekdarên ser bi Tirkiyê li gundê El- Sewîdê li navçeya sînorî ya Cirablosê û derdora sînorên başûrî yên Tirkiyê agahî dan û ragihandin ku hejmaek ji eskerên artêşa Amerîkayê di encama operasyona Helîbornê û di dema pevçûna bi çekdarên ser bi Tirkiyê re birîndar bûn.

 Li gorî gotina çavkaniyên xwecihî, helîkopterên artêşa Amerîkayê tev eskerên birîndarbûyî yên amerîkî vegeryan meqera neqanûnî ya artêşa Amerîkayê li navçeya Xirab Eşek li Kobanîyê.

 Amerîkayê li Sûriyê 28 meqerên xwe hene ku piraniya van meqeran ketine navçeyên nifzêm û gazî yên Sûriyê.

 

Serepeyv