Adar 24, 2023 17:33 Asia/Tehran
  •  Êrişa berfireh a terorîstan ser derdora Helebê hat têkşikandin

Hêzên çekdar ên Sûriyê, êrişa berfireh e terorîstan ser rojavayê Helebê, têk şikandin.

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ragihand ku terorîstên ser bi Tehrîr ul-Şamê, dixwestin meqerên hêzên sûrî li navçeya Kefer Emê li rojavayê Helebê bidin ber êrişan ku rastî berteka eskerên sûrî hatin û di encamê de xisareteke zêde li çekdarên ser bi Bereya El-Nusreyê ket û herî kêm 11 kes ji van teorîstan hatin kuştin.

 Li gor vê raporê, di encama vê operasyonê de serkirdeyekî terorîstan hat kuştin.

Li gor rêketinnameya sala 2017’an di navbera Îran, Tirkiye û Rûsyayê de wek welatên garantorê Aştiyê li Astaneyê li Sûriyê çar navçeyên ewleh hatin avakirin.

 Koma terorîst a DAIŞ’ê, Bereya El-Nusre û komên din ên terorîst bi piştgiriya Tirkiyê û Amerîkayê li Navçeyên Kêmkirina Kêşeyê yên Sûriyê de mane û kiryarên xwe yên bi dijminatî didomînin.

 

Serepeyv