Adar 22, 2023 15:49 Asia/Tehran
  • Rejîma Siyonîst êrişî ser balefirgeha Heleba Sûriyê kir

Çavkaniyên nûçeyan derbarê êrişa Rejîma Siyonîst ser balefirgeha Helebê li bakurê Sûriyê agahî dan.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya Sputnik’ê û ji zarê çavkaniyeke ewlehiyê ya sûrî ku nexwest navê wê were gotin, ragihand ku balefirên cengê yên Rejîma siyonîst, çend mûşek ber bi rojhilata Heleba Sûriyê avêtin.

Çavkaniyên filistînî jî ji zarê medyayên sûrî ve êrişa Rejîma Siyonîst ser balefirgeha Helebê piştrast kirin.

 Kanala Al-Jazira’yê jî ji zarê çavkaniyên xwecihî ve ragihand ku balefirgeha Heleba Sûriyê ketiye ber êrişa Rejîma Siyonîst.

 Sputik’a Rûsyayê bêyî ku bala xwe bide ser hûrgiliyan, ji zarê çavaniyên xwecihî yên sûrî ragihand ku dengê teqînên giran ji esmanê Heleb û Laziqiyeyê hatiye bihîstin.

 Eva duwemîn êrişa vê rejîmê di du hefteyên derbasbûyî de ye.

 Destdirêjiyên esmanî yên Rejîma Îsraîlê di halekî de ye ku hikûmeta Sûriyê bi caran bi şandina nameyê bo NY’yê û Konseya Ewlehiyê ya vê rêxistinê ev êriş şermezar kirine û daxwaza rawestandina wan kiriye.

 

Serepeyv