Amerîkayê bi dehan terorîstên DAIŞ’ê li Sûrîyê veguhestin binkeyên xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i340115-amerîkayê_bi_dehan_terorîstên_daiŞ’ê_li_sûrîyê_veguhestin_binkeyên_xwe
Hat ragihandin ku Amerîkayê bi dehan terorîstên DAIŞ’ê veguhestin binkeyên xwe yên li Dêrezora Sûrîyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 14, 2023 12:54 Asia/Tehran
  • Amerîkayê bi dehan terorîstên DAIŞ’ê li Sûrîyê veguhestin binkeyên xwe

Hat ragihandin ku Amerîkayê bi dehan terorîstên DAIŞ’ê veguhestin binkeyên xwe yên li Dêrezora Sûrîyê.

Kanala Nûçeyan a Al Mayadeen’ê ragihand: Amerîkayê nêzî 150 terorîstên DAIŞ’ê ji şarî Hesekeyê va veguhestine binkeyên xwe yên li Şeddadî û Umer’ê li derdora şarê Dêrezorê.

Yekşema buhurî hêzên amerîkî yên dagirker hejmarek terorîsên DAIŞ’ê ji girtîgeha Hesekeyê veguhestin binkeya xwe ya li devera Tenf’ê li derdora rojhilatê Humsê ku ser sînorê Sûrîye û Iraqê ye.

Li gorî agahîyan Amerîka van karan ji bo alozkirina rewşa herêmê û êrişa ser deverên xelknişîn û binkeyên Artêşa Sûrîyê dike.

Hêzên amerîkî di salên buhurî da jî hejmarek terorîstên DAIŞ’ê ji girtîgeha Xiwêranê û kemp û binkeyên neyasayî yên xwe veguhestin devera dagirbûyî ya Tenf’ê û piştî perwerdekirin û rahênanê ew li çolên Sûrîyê bi cih kirin ta ku dest bi operasyonên terorîstî dijî xelkê sivîl û binkeyên Artêşa Sûrîyê bikin.