Adar 08, 2023 17:15 Asia/Tehran
  • Misilmanên sune yên Helebê cejna Nîveka meha Şe’banê pîroz kirin

Hevdem digel jidayîkbûna pîroz a yegane rizgarkerê cîhana mirovahiyê, Eba-salih El-mehdî (Ec), misilmanên sune li bajarê Heleba Sûriyê rêûrismek li gorî çanda xwe li dar xistin.

Îro Çarşemî, 15’ê meha Şe’banê ya sala 1444an li gorî rojhejmêra Heyvî beranberî 8ê Adara 2023an, salroja jidayîkbûna pîroz a Hezretê Mehdî (Ec), îmamê şîeyên cîhanê yê duwazdehem e.

Hezretê Mehdî (Ec) di berbanga 15ê Şe’bana sala 255an a Koça Heyvî li bajarê Samerrayê ji dayîk bû.

Bav wî yê hêja Îmam Hesenê Esgerî (S) û dayîka wî, banûya hêja “Nercis Xatûn” e

Li gorî rapora IRAN Press’ê, Baweriya misilmanên sune yên niştecihê bajarê Heleba Sûriyê bi xêra 15ê Şe’banê, hişyarmayîna di şevê da, xwendina quranê, xwendina nimêjên misteheb û neferzî, dua û rojîgirtinê di vê rojê da heye.

Belavkirina xwarekê û xwendina quranê du bernameyên girîng ên suneyên bajarê Helebê di roja jidayîkbûna Hezretê Mehdî (Ec) da ne.

 

Serepeyv