Adar 02, 2023 19:56 Asia/Tehran
  • Taxima parlimanî ya Îranê bi Parêzgarê Helebê ra hevdîtin pêk anî

Taximeke Koma Hevaltiya Parlimanî ya Îran û Sûriyê bi Parêzgarê Helebê ra hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora IRNA’yê, Taximeke Koma Hevaltiya Parlimanî ya Îran û Sûriyê ku bi serokatiya “Ebbas Gulrû” serokê vê komê serdana Şamê kiriye, îro (Pêncşemî) bi “Hesen Deyab” Parêzgarê Helebê ra hevdîtin pêk anî.

Taxima îranî di vê hevdîtinê da tevî diyarkirina hevxemiya xwe jigel ziyandîtiyên erdhejê, ji ber candayîna hejmareke zêde ya welatiyên sûrî di erdheja dawî da sersaxî da.

Taxima îranî her wiha tekezî li ser piştevaniya xwe ji gelê Sûriyê, dewama hevkariyên dualî û xurtkirina peywendiyên dostane ji bo sekinîna li hemberî pirsgirêkên hevpar kir.

Parêzgarê Helebê jî di vê hevdîtinê da tevî amajeya bi xurtbûna peywendiyên dîrokî navbera du gelên Îran û Sûriyê,  pesna berxwedan û piştgiriyên Îranê di şerê dijî terorîsmê da û got ku Bereya Berxwedanê li hemberî terorîsmê bi ser ket.

 

Serepeyv