Sibat 26, 2023 10:10 Asia/Tehran
  • Şandina alîkariyên Îranê bo mexdûrên erdhejê li Sûriyê didome

Balefira sêzdehem a alîkariyên mirovdostane yên Komara Îslamî ya Îranê bo ziyandîtiyên erdhejê li Sûriyê roja Şemiyê li balefirgeha Helebê daket.

“Selman Newab Nûrî” Serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li Helebê bi gotina vêya ku heta niha 387 ton alîkariyên mirovdostane yên Komara Îslamî ya Îranê bi 13 balefiran bo sê balefirgehên Sûriyê hatine şandin û radestî rayedarên vî welatî  hatine kirin, got: Ev balefir hilgira 12 ton cûreyên alîkariyên Komara Îslamî ya Îranê bo ziyandîtiyên ji ber erdhejê li bakurê rojavayê Sûriyê ye.

Newab Nûrî ragihand ku barê vê balefirê madeyên xwarinê û podra şîr e.

Berîya vêya sê barên alîkariyên Komara Îslamî ya Îranê bi rêya balefirê bo Şamê, sê bar bo Laziqîyeyê û şeş barên din jî bo Helebê hatibûn şandin û bi vî barê nû, bi giştî 13 balefirên hilgira alîkariyên Îranê bo mexdûrên erdhejê li Sûriyê  hatine şandin.

 

Serepeyv