Sibat 13, 2023 10:03 Asia/Tehran
  • Dûhatên erdhejê li bakurê Sûriyê; 15 miliyon kes hewcedarê alîkariyên mirovdostane ne

Rêveberê Komîteya Navneteweyî ya Rizgarkirinê got: Li pey erdheja li Sûriyê, 15 miliyon kes li seranserî vî welatî hewcedarê alîkariyên mirovdostane ne.

“David Miliband” her wiha got: Ev rêxistin bi rêya Tirkyiê alîkariyên mirovdostane dişîne bakurê Sûriyê.

Erdhejeke bi mezinahiya 7,8 Rîşteran berbanga Duşemiya hefteya pêş başûrê Tirkiyê û bakurê Sûriyê hejandin û gelek zirar û ziyan li van du welatan xistin.

Li gorî raporên herî dawî, heta niha nêzikî 4 hezar kesî li Sûriyê ji ber vê bobelata xwezayî canê xwe ji dest dane.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê jî pêştir bi daxuyaniyekê ji welatên endamê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor û saziyên din ên sivîl û ser bi dewletan xwestibû ku alîkariya dewleta Sûriyê ji bo çareserkirinakaresata însanî ya ji ber erdhejê bikin.

 

Serepeyv