Sibat 11, 2023 17:33 Asia/Tehran
  •  Serokkomarê Sûrîyê: “Welatên rojavayî himber rewşa mirovî xemsar in”

Serokkomarê Sûrîyê têkildarî rewşa bi dû erdhejê li vî welatî got ku welatên rojavayî himber rewşa mirovî ya li Sûrîyê xemsar in û ji ber vê yekê rexne kir.”

Serokkomarê Sûrîyê “Bişar Esed” û hevsera wî “Esma Esed” duh çûn parêzgeha erdhejlêketî ya Helebê û seredana hejmarek birîndar û mexdûrên erdhejê li nexweşxaneya vî şarî û paşê li herêma “Muşarife” ya Helebê ku tûşî zîyana herî zêde û giran bûye, rewşa mexdûran û herêmê û hawargiheştinê ji nêzîk va şopand.

Esed di vê seredanê da li koma nûçegîhanan got ku gelê me di 12 salên buhurî da himber her cure pirsgirêk û komployekê ber xwe dan û yê ji vê karesata xwezayî jî derbas bibin.Wî got:  “Welatên rojavayî himber rewşa mirovî xemsar in.”

Hevgavê vê yekê Wezîrê Tenduristîya Sûrîyê “Hesen Gebbaş” bi Rêvebirê Çiqa Rojhilata Navînê ya “Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê” (WHO) “Ehmed Menzerî” ra li şarê Helebê hevdîtin pêk anî.

 

Serepeyv