Sibat 10, 2023 17:34 Asia/Tehran
  • Bişar Esed bi Serokê Erkantiya Hêzên Heşdi-Şeibîyê ya Iraqê ra hevdîtin pêk anî

Serokkomarê Sûriyê li Helebê bi Serokê Erkantiya Hêzên Heşdi-Şeibîyê ya Iraqê ra hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora Kanala El-Meyadînê ya roja Înîyê, “Bişar Esed” serokkomarê Sûriyê ku ji bo serdana navçeyên erdhejlêqewimî çûbû bajarê Helebê, li vî bajarî bi “Ebû-Fedek Muhemedawî” Serokê Erkantiya Hêzên Heşdi-Şeibîyê ya Iraqê ra hevdîtin pêk anî.

Muhemedawî hevrê digel Serokê Desteya Alîkarîgihandinê ya Iraqê çûye navçeyên erdhejlêqewimî yên Sûriyê.

Bişar Esed beriya vêya hevrê digel hevjîna xwe serdana nexweşxaneyeke Helebê kir.

 

Serepeyv