Balyozê Sûrîyê li Rûsyê: “Bêhna mirovantîyê neçûye welatên rojavayî”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i339406-balyozê_sûrîyê_li_rûsyê_bêhna_mirovantîyê_neçûye_welatên_rojavayî
Balyozê Sûrîyê li Moskowê got: “Bi dû erdheja li Tirkîye û Sûrîyê û cihkarîyê di warê şandina alîkarîyên mirovdostîyê bo van du welatan da, welatên rojavayî nîşan dan ku bêhna mirovantîyê neçûye wan.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 09, 2023 15:49 Asia/Tehran
  •  Balyozê Sûrîyê li Rûsyê: “Bêhna mirovantîyê neçûye welatên rojavayî”

Balyozê Sûrîyê li Moskowê got: “Bi dû erdheja li Tirkîye û Sûrîyê û cihkarîyê di warê şandina alîkarîyên mirovdostîyê bo van du welatan da, welatên rojavayî nîşan dan ku bêhna mirovantîyê neçûye wan.”

Balyozê Sûrîyê li Moskowê “Beşar Ce’ferî” pêgirî kir: “Boykotên Amerîkayê û welatên rojavayî dijî Sûrîyê, hewlên ji bo gîhandina alîkarîyan û rizgarkirina mexdûrên erdhejê asteng dikin.” 

Bişar Ce’ferî herwiha got: “Ya girîng ev e ku bêwatebûna têgeha mirovantîyê li welatên rojavayî, vê gavê li Sûrîyê û bi dû vê qeyranê aşkira bûye.”

Vî rayedarê sûrî herwiha dîyar kir para zêde ya alîkarîyên mirovdostîyê ber bi Tirikîyê va tên şandin û got: “Li gorî nêrîna Sûrîyê her mexdûrekî erdhejê çi li bakur û çi li başûra Tirkîyê be, hewcedarê alîkarîyê ye û raberkirina alîkarîyê bo her yek ji wan karekî baş e, lê hûn dibînin ku heta di warê şandina alîkarîyên mirovdostîyê da jî cihêkarîya ne-exlaqî heye.”