Sûriye | HSD’yê 68 endamên DAIŞ’ê li Reqayê girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i339088-sûriye_hsd’yê_68_endamên_daiŞ’ê_li_reqayê_girtin
Navenda Medyayî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi weşandina daxûyaniyekê ragihand, 68 endamên DAIŞ’ê li operasyona tolhildana endamên kuştî yên Asayîş û HSD’yê li Reqayê hatine desteserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 27, 2023 15:21 Asia/Tehran
  •  Sûriye | HSD’yê 68 endamên DAIŞ’ê li Reqayê girtin

Navenda Medyayî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi weşandina daxûyaniyekê ragihand, 68 endamên DAIŞ’ê li operasyona tolhildana endamên kuştî yên Asayîş û HSD’yê li Reqayê hatine desteserkirin.

 Navenda Medyayî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi weşandina daxûyaniyekê derbarê girtina 68 endamên DAIŞ’ê li bajarê Reqayê û derdora wê agahî da.

Di vê daxûyaniyê de hatiye: “Hêzên Odeya Operasyona dijî DAIŞ’ê ya HSD’yê li Reqayê, di sietên destpêka opersyonê de 68 endamên DAIŞ’ê ku li bajar û gundan xwe veşartibûn, desteser kirin. Di nava girtiyan de, Waliyê wilayeta Reqayê yê serdema DAIŞê jî tê dîtin.”

 Di daxûyaniya HSD’yê de hatiye: “Armaca vê operasyonê, istandina tola endamên kuştî yên HSD’yê û Asayîşa Reqayê di encama êrişa meha derbasbûyî ya terorîstên DAIŞ’ê û her wiha jinavbirina endamên bitalûke yên DAIŞê û rêyên peywendiyê yên wan û di eynî demê jinavbirina veşartîgeh û çavkaniyên wan ên piştriyê ye.”