Welatiyên sivîl karwanê leşkerên amerîkî ji bakurê Sûriyê derxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i338986-welatiyên_sivîl_karwanê_leşkerên_amerîkî_ji_bakurê_sûriyê_derxistin
Niştecihên gundekî bakurê rojhilatê Sûriyê rê li ber derbasbûna karwanê leşkerên amerîkî yên dagirker ji gundên xwe girtin û ew ji navçeya xwe derxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 23, 2023 05:15 Asia/Tehran
  • Welatiyên sivîl karwanê leşkerên amerîkî ji bakurê Sûriyê derxistin

Niştecihên gundekî bakurê rojhilatê Sûriyê rê li ber derbasbûna karwanê leşkerên amerîkî yên dagirker ji gundên xwe girtin û ew ji navçeya xwe derxistin.

Çavkaniyên xwecihî roja Yekşemiyê ragihandin ku niştecihên gundê Hamoyê li başûrê Qamişloyê rê li ber karwanekî pêkhatî ji 4 erebeyên zirêhî yên ser bi hêzên amerîkî yên dagirker girtin û bi avêtina keviran ber bi wan leşkerên amerîkî neçar kirin ku paşvekişin.

Beriya niha jî niştecihên bakurê Sûriyê çend caran wek nerazîtiya li hemberî hebûna hêzên amerîkî û tirk li van navçeyan bi şêwazên cûr bi cûr dijayetiya xwe diyar kirine û hin caran jî karîne hêzên amerîkî û Tirkiyê neçar bikin ku ji navçeyê derkevin.

Di sê salên derbasbûyî da Amerîkayê bi şandina hêz û çek û rextên zêdetir, asta hebûna xwe li navçeyên niftzêm ên Sûriyê zêdetir kiriye; hebûna ku bûye sebeb nifta vî welatî zêdetir were talankirin.

Dewleta Sûriyê bi caran tekez kiriye ku mîlîtan û terorîstên Amerîkayê li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê ti armancek ji bilî talankirina niftê tunene û dê dawî li hebûna wan a neqanûnî bîne.