6 endamên HSD’yê di encama êrişa terorîstên DAIŞ`ê de hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i338409-6_endamên_hsd’yê_di_encama_êrişa_terorîstên_daiŞ_ê_de_hatin_kuştin
Çavkaniyên nûçeyan ên Sûriyê ragihand ku 6 kes ji ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ (HSD) di encama êrişa terorîstên DAIŞ`ê li bajarê Reqayê yê Sûriyê da hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 27, 2022 09:25 Asia/Tehran
  • 6 endamên HSD’yê di encama êrişa terorîstên DAIŞ`ê de hatin kuştin

Çavkaniyên nûçeyan ên Sûriyê ragihand ku 6 kes ji ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ (HSD) di encama êrişa terorîstên DAIŞ`ê li bajarê Reqayê yê Sûriyê da hatin kuştin.

Hejmareke terorîstên DAIŞê duh 26ê Kanûnê êrişî navendeka HSD’yê ya li nêzî Nexweşxaneya Wetenî li bakurê rojavayê Reqayê kir ku di encama vê êrîşê da 6 endamên HSD’yê canê xwe ji dest da û hejmareka din jî birîndar bûn ku halê hinek ji wan xedar e. Ajansa nûçeyan a Spûtnîkê jî ragihand ku hêzên HSD’yê li navçeya êrişê di halê amadetiyê da ne ku bikaribin terorîstên DAIŞ`ê bişopînin û bigirin.

Hevserokê Desteya Hundirîn a Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Elî Heco, jî ragihandiye, di êrîşa duh ya li rojavayê Reqayê da 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 3 hêzên leşkerî (HSD) canê xwe ji dest daye û operasyona hêzên Asayîşê ji bo ramalîna navçeyê ji DAIŞ`ê hîna didome.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê êrîşa duh ya komeke terorîstên DAIŞê li Reqayê daxuyanî da û ragihand, “Agahiyên ku ji Reqayê hatine bidestxistin, amadekariyên xeternak ên şaneyên DAIŞê didin xuyakirin. Divê em tehemul nekin.”