Bafil Talebanî li Hesekeyê bi serokatiya PYD’yê ra hevdîtin pêk anî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i338294-bafil_talebanî_li_hesekeyê_bi_serokatiya_pyd’yê_ra_hevdîtin_pêk_anî
Bafil Talebanî, Serokê YNK’yê û Mezlûm Kobanî, Fermandarê Giştî yê HSD’yê li Hesekeyê civiyan.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Kanûn 22, 2022 15:56 Asia/Tehran
  • Bafil Talebanî li Hesekeyê bi serokatiya PYD’yê ra hevdîtin pêk anî

Bafil Talebanî, Serokê YNK’yê û Mezlûm Kobanî, Fermandarê Giştî yê HSD’yê li Hesekeyê civiyan.

Di vê civînê de, rewşa siyasî ya navçeyên kurdnişîn ên Sûriyê û Herêma Kurdistana Iraqê û bûyerên siyasî yên têkildarî kurdan hatin gotûbêjkirin û ser çareserkirina pirsgirêkên heyî bi rêya aşitîyê hat teqezkirin.

 Di vê civînê de, Bafil Talebanî cardinê ser çareserkirina hemî mesele û pirsgirêkan bi rêya aşitiyê va tekez kir û got: Em ê hemî hewla xwe bidin ku pirsgirêkên xwe ji rêya gotûbêjê çareser bikin û kontroal rewşê bigirin destê xwe.

 Serdana Bail Talebanî bo navçeyên bin kontrola HSD’yê li bakurê Sûriyê nîşan dide hevrikiya YNK’yê bi PDK’yê re derbasî derveyî sînorên Iraqê bûye.

 Eva di halekî de ye ku li civîna Dûkanê, vexwendina Mezlûm Kobanî ji hêla YNK’yê va rastî nerazîbûna PDK’yê hat.

 Her wiha di vê civînê de, beşdariya nûnerê Amerîkayê rastî hin rexneyan hat û wek dewama mudaxileyên hêzên dagirkir li Sûriyê hat zanîn.