Amerîkayê karwanekî leşkerî derbasî bakurê Sûrîyê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i338134-amerîkayê_karwanekî_leşkerî_derbasî_bakurê_sûrîyê_kir
Çavkanîyên sûrî ragihand ku karwanekî leşkerî yê dagirkerên amerîkî derbasî bakurê Sûrîyê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 14, 2022 09:16 Asia/Tehran
  • Amerîkayê karwanekî leşkerî derbasî bakurê Sûrîyê kir

Çavkanîyên sûrî ragihand ku karwanekî leşkerî yê dagirkerên amerîkî derbasî bakurê Sûrîyê bû.

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA News) ragihand: Leşkerên amerîkî yên dagirker karwanekî çekên giran ji wan tophavêjên pêşketî veguhest binkeya xwe ya neqanûnî li devera Şeddadîyê ya başûrê Hesekeyê.

Çavkanîyên xwecî jî di vî warî da ragihand: Leşkerên amerîkî yên dagirker karwanekî kamyonan ji binkeyên xwe yên li bakurê Iraqê veguhest binkeya Şeddadîyê li başûrê Hesekeyê. Ew karwana ji tophavêjên pêşketî û rext û alavên cengê pêk dihat.

Piştî têkçûna koma terorîst a DAIŞê li Sûrîyê, hêzên amerîkî yên dagirker hema ji wê demê va dest bi derxistin û dizîna nifta Sûrîyê kirin.

Dewleta Sûrîyê bi caran pêgirî kirîye ku hêzên amerîkî yên dagirker ti armancek bilî talankirina nifta Sûrîyê li rojhilat û bakur-rojhilatê wî welatî tinene.