Ajawegêran êrîşî ser avahiya parêzgariya Suweydaya Sûriyê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i337994-ajawegêran_êrîşî_ser_avahiya_parêzgariya_suweydaya_sûriyê_kir
Wezareta karên hundir a Sûriyê qala êrîşa komeke ajawegêr li ser avahiya parêzgariya Suweydayê û şewitandina belgeyên li wir kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 05, 2022 10:47 Asia/Tehran
  • Ajawegêran êrîşî ser avahiya parêzgariya Suweydaya Sûriyê kir

Wezareta karên hundir a Sûriyê qala êrîşa komeke ajawegêr li ser avahiya parêzgariya Suweydayê û şewitandina belgeyên li wir kir.

Li gorî rapora SANA Newsê, Wezareta karên hundir a Sûriyê roja Duşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand, komeke ajawegêran ku hinekên wan çekdar bûn êrîşî ser avahiya parêzgariya Suweydayê kir û dest bi gullereşandinê kir ku di encamê da polîsek hat kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Wezareta karên hundir a Sûriyê ragihand: Ajawegêr derbasî avahiya parêzgariyê û dest bi şikandina kelûpelên ofîsa parêzgar kir û beşeke zêde ya belgeyên wir dizîne û avahî û erebeyên derdora wê şewitandin.Wezareta karên hundir a Sûriyê di vê daxuyaniyê da her wiha ragihand, vê koma qanûnşikên bi şewitandina tekerên erebeyan, hin rêyên parêzgeha Suweydayê girêdan.