Artêşa Tirkiyê herêmên Zirgan û Til Rifetê topbaran kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i337254-artêşa_tirkiyê_herêmên_zirgan_û_til_rifetê_topbaran_kirin
Artêşa Tirkiyê roja Yekşemê gundên Esediyê, Dada Ebdal û Niwêhat ên girêdayî navçeya Zirganê ya herêma Hesekeyê li bakûşrê rojhilatê Sûriyê topbaran kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 24, 2022 10:17 Asia/Tehran
  •  Artêşa Tirkiyê herêmên Zirgan û Til Rifetê topbaran kirin

Artêşa Tirkiyê roja Yekşemê gundên Esediyê, Dada Ebdal û Niwêhat ên girêdayî navçeya Zirganê ya herêma Hesekeyê li bakûşrê rojhilatê Sûriyê topbaran kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Hawar Newsê (ANHA), Artêşa Tirkiyê berêvara roja Yekşemê gundên Esediyê û Dada Ebdal ên bakurê navçeya Zirganê û gundê Niwêhat ê başûrê navçeyê topbaran kirin.

Li gorî rapora ANHA'yê, Di saet derdorî 06:00ʹan de jî gundên Esediyê, Dada Ebdan û Niwêhat yên navçeyê dan ber topan.

Agahiyên têkildarî encamên topbaranê nehatin bidestxistin.


Îro Duşemî jî hat ragihandin ku Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî bi wê navçeya Til Rifetê ya herêma Şehbayê topbaran kirin.

Di encama topbaranê de ziyanên madî çêbûn.