Baregeha leşkerên amerîkî li Sûriyê ket ber êrîşê
Medyayên amerîkî qala êrîşa li ser baregeha leşkerî ya vî welatî li bakûrê rojhilatê Sûriyê kir.
Li gorî rapora Fox Newsê, Rêxistina CENTCOM'ê ya terorîstî (Erkantiya fermandetiya navendî ya Amerîkayê) ragihand: Berbanga Yekşemiyê baregeha leşkerên amerîkî li navçeya El-Tenefê li başûrê Sûriyê ketiye ber roketan.
CENTCOM'ê ragihand, çend roketên din di cihê avêtinê da peyda bûne û ev bûyer tê vekolandin.
Di vî halî dfa, Wezareta derve ya Sûriyê bi daxuyaniyekê li ser derketina bilez a leşkerên amerîkî yên dagirker ji axa Sûriyê û rawestandina piştgiriyên vî welatî ji terorîst, kirêgirtî û mîlîtanên cudatîxwaz tekez kir.
Wezareta derve ya Sûriyê ragihand: Dewama siyasetên Amerîkayê yên talankirina nefta Sûriyê û veguhestina wê bo bakûrê Iraqê, diziya deryayî û hewlek ji bo vegeriyana bo serdema koledariyê ye.