​​​​​​​HSD'yê çeteyekî DAIŞ`ê li Reqaya bakûrê Sûriyê girt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i336947-hsd'yê_çeteyekî_daiŞ_ê_li_reqaya_bakûrê_sûriyê_girt
HSD'yê li gundê Hawî El Hewa yê rojavayê Reqayê çeteyekî DAIŞ`ê girt. Her wiha HSD'yê destnîşan kir ku dê erkên wan ji bo sepandina ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 09, 2022 07:06 Asia/Tehran
  •  ​​​​​​​HSD'yê çeteyekî DAIŞ`ê li Reqaya bakûrê Sûriyê girt

HSD'yê li gundê Hawî El Hewa yê rojavayê Reqayê çeteyekî DAIŞ`ê girt. Her wiha HSD'yê destnîşan kir ku dê erkên wan ji bo sepandina ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam bikin.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek da û tê de ragihand ku çeteyek DAIŞ`ê li Reqayê hatiye girtin.

Daxuyaniya navendê wiha ye:

“Yekîneyên Taybet ên HSD'yê li Reqayê çeteyekî DAIŞ`ê girt ku destê wî di hêsankirina tevgerên şaneyên DAIŞ`ê li herêmê de heye û ji wan re desteka lojistîk û pere peyda dike. 

Operasyon li gundê Hawî El Hewa yê rojavayê Reqayê bi desteka 'Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ`ê' li dar ket. Gelek belgeyên sexte û amûrên peywendiyan pê re hatin girtin.

Di çend rojên dawîn de hêzên me operasyonên berfireh li dijî şaneyên DAIŞ`ê li Dêrazor, Reqa û Hesekeyê li dar xistin. Tê de gelek çete û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin. Hêzên me dê erkên xwe ji bo sepandina ewlehiyê li herêmê bidomîne.”