Serfermandarê HSD: Xetera êrişa Tirkîyê ser kurdên Sûrîyê hela jî ciddî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i336782-serfermandarê_hsd_xetera_êrişa_tirkîyê_ser_kurdên_sûrîyê_hela_jî_ciddî_ye
Serfermandarê HSD hişyarî da ku xetera êrişa Tirkîyê ser kurdên Sûrîyê hela jî ciddî ye û heke Tirkîye derfet û şansê êrişa dubare bi dest bixe, yê demlidest vê yekê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 30, 2022 12:24 Asia/Tehran
  • Serfermandarê HSD: Xetera êrişa Tirkîyê ser kurdên Sûrîyê hela jî ciddî ye

Serfermandarê HSD hişyarî da ku xetera êrişa Tirkîyê ser kurdên Sûrîyê hela jî ciddî ye û heke Tirkîye derfet û şansê êrişa dubare bi dest bixe, yê demlidest vê yekê bike.

Serfermandarê HSD Mezlûm Kobanî di hevpeyvîna digel Kovara Lomond a Fransayê da amajeyî ihtimala êrişa Tirkîyê ser deverên di bin kontrola kurdên Sûrîyê da kir û got: Tirkîyê heta vê gavê nekarîye lampa kesk ji Amerîka û Ûrsêtê ji bo êrişa ser kurdên Sûrîyê wergire. Wî pêgirî kir ku Amerîka û Ûrsêtê ti garantîyek nedane kudan jî ku Tirkîye êrişî me neke.

Mezlûm Kobanî pêgirî kir ku hêzên kurd-ereb-aşûrî li bakur-rojhilata Sûrîyê ji bo sekinîna himberî êrişa ihtimalî ya Tirkîyê amade ne.

Serfermandarê HSD pêgirî kir ku divê dilnigeranîya nika ya her kesî li Sûrîyê û herêmê sekinîna himberî şaneyên veşartî û razayî yên DAIŞê be. 

Mezlûm Kobanî di dawîyê da got: Tirkîye dixwaze ji bo jinavbirina kurdan li Sûrîyê, hertim dewsekê li vî welatî ji xwe ra xwayî bike.