Îran û Sûrîyê liyêkegiheştinama hevkarîya çandî wajo kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i336760-Îran_û_sûrîyê_liyêkegiheştinama_hevkarîya_çandî_wajo_kirin
Liyêkegiheştinama hevkarîya çandî ya Têhran û Şamê ji hêla Serokê Sazîya Çand û Têkilîyên Islamî ya Îranê û Wezîra Çandê ya Sûrîyê va hat wajokirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 29, 2022 08:48 Asia/Tehran
  • Îran û Sûrîyê liyêkegiheştinama hevkarîya çandî wajo kirin

Liyêkegiheştinama hevkarîya çandî ya Têhran û Şamê ji hêla Serokê Sazîya Çand û Têkilîyên Islamî ya Îranê û Wezîra Çandê ya Sûrîyê va hat wajokirin.

Hucet ul Islam Mihemedmehdî Îmanîpûr Serokê Sazîya Çand û Têkilîyên Islamî ya Îranê ku bi merema pişikdarîya di merasima destpêkirina Hefteya Çandê ya Îranê li Sûrîyê da nika li Şamê ye, liyêkgiheştinama hevkarîya çandî digel Lubnane Muşewweh Wezîra Çandê ya Sûrîyê wajo kir. 

Li gorî vê liyêkgiheştinameyê, Îran û Sûrîye yê di warên curbicur ên çandî ji wan sînema, şano, mûsîqî, wergerandina pirtûkan û berhem û şûnewarên kevnar û dîrokî da hevkarîyê bikin.

Herwiha biryar hat dayînê ku Îran û Sûrîye bi awayekî taybet bala xwe bidin ser fêrkirina zimanên farisî û erebî.

Hefteya Çandê ya Komara Islamî ya Îranê li Sûrîyê şeva buhurî bi merasimeke taybet bi pişikdarîya rayedar û hezkirîyên çand, hizir û hunerê yên her du welatan li Xan Esed Paşa yek ji cihên kevnare yên şarê Şamê destpê bû û yê heft rojan bidome.