Di êrişa hewayî ya Rejîma Îsraîlê de 2 sivîl li Sûriyê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i332445-di_êrişa_hewayî_ya_rejîma_Îsraîlê_de_2_sivîl_li_sûriyê_hatin_kuştin
Di êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîst de ku duh 7 Adarê li nêzî paytexta Sûriye Şamê hate kirin, herî kêm 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 08, 2022 16:53 Asia/Tehran
  • Di êrişa hewayî ya Rejîma Îsraîlê de 2 sivîl li Sûriyê hatin kuştin

Di êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîst de ku duh 7 Adarê li nêzî paytexta Sûriye Şamê hate kirin, herî kêm 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî ajansa nûçeyan a SANA'yê ya hikumeta Şamê, li hemberî nuqteyên li başûrê Şamê di roja 7 Adarê de êrişa hewayî hate kirin. Hate ragihandin ku piraniya êrişan bi sîstema parastina hewayî hatin astengkirin. Li gorî ajansê di êrişê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye, êriş li dijî depoya çek û cebilxanan ên li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê hate kirin.

Îsraîlê ji destpêka salê û vir ve herî kêm heft caran êrişên hewayî biriye ser Sûriyê.