Karwanekî nû yê kelûpelên leşkerî yên artêşa Amerîkayê derbasî Sûriyê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i329779-karwanekî_nû_yê_kelûpelên_leşkerî_yên_artêşa_amerîkayê_derbasî_sûriyê_bû
Amerîka roja Duşemê bi karwanekî nû yê ji 40 kamyonan ku çek, alavên serbazî û lojîstîk li wan barkiribûn ji bakurê Iraqê derbasî nav Sûriyê bû, ev yek binpêkirina dubare ya serweriya Sûriyê û qanûnên navdewletî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 02, 2021 08:48 Asia/Tehran
  • Karwanekî nû yê kelûpelên leşkerî yên artêşa Amerîkayê derbasî Sûriyê bû

Amerîka roja Duşemê bi karwanekî nû yê ji 40 kamyonan ku çek, alavên serbazî û lojîstîk li wan barkiribûn ji bakurê Iraqê derbasî nav Sûriyê bû, ev yek binpêkirina dubare ya serweriya Sûriyê û qanûnên navdewletî ye.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihand ku hêzên Amerîkî yên dagirker ji bo bihêzkirina baregehên xwe yên neqanûnî li parêzgehên Hesekê û Dêrazorê li bakurê rojhilatê Sûriyê ev karwana derbasî Sûriyê kirine.

Li gor SANAyê ev karwanê amerîkî ji derbasgeha sînorî ya neqanûniya El-Welîd derbasî nav axa Sûriyê bûye.

Di mehên dawî de, Amerîkayê bi hezaran kamyonên ku çek û alavên leşkerî û lojîstîk hildigirin bi riyên neqanûnî derbasî Sûriyê kirine ji bo ku hebûna xwe ya neqanûnî li wî welatî bihêz bike da ku bikare bi hêsanî neft û çavkaniyên din ên xwezayî yên Sûriyê bidize.