HSD`ê du terorîstên DAIŞ`ê li gundewarê Şedada Sûriyê girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i328149-hsd_ê_du_terorîstên_daiŞ_ê_li_gundewarê_Şedada_sûriyê_girtin
Yekîneyên Taybet ên HSD`ê li gundewarê Şedadê du terorîstên DAIŞ`ê girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 08, 2021 20:06 Asia/Tehran
  • HSD`ê du terorîstên DAIŞ`ê li gundewarê Şedada Sûriyê girtin

Yekîneyên Taybet ên HSD`ê li gundewarê Şedadê du terorîstên DAIŞ`ê girtin.

Navenda Ragihandinê ya HSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyên Antî-Teror ên HSD'ê operasyonek li nêzî herêma Til Cayîr a rojhilatê gundewarê bajarê Şedadê li dar xist û di encamê de du çeteyên DAIŞ'ê girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, her du çete di komkirina agahiyan, plankirina êrişên siwîqastê, hêsankirina veguhestina endamên DAIŞ'ê di navbera herêma Serêkaniyê û gundewarê Dêrazorê de çalak bûn.

Her wiha hate diyarkirin ku alavên teknîkî û belgeyên bi wan re hatin desteserkirin.