Li Şamê teqînek di otobûsekî artêşa Sûriye de pêkhat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i328052-li_Şamê_teqînek_di_otobûsekî_artêşa_sûriye_de_pêkhat
Otobûsekî artêşa Sûriyê li paytext Şamê bû armanca teqînekî û kuştî hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 04, 2021 20:49 Asia/Tehran
  • Li Şamê teqînek di otobûsekî artêşa Sûriye de pêkhat

Otobûsekî artêşa Sûriyê li paytext Şamê bû armanca teqînekî û kuştî hene.

Îro 04.08.2021ê Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê ragehand; Otobûsek li navçeya Mesakîn Heres li sînorê navçeya Dummer a li rojavayê Şamê hatiye teqandin.

Otobûsa ku leşkerên Sûriyê vedugehst, piştî teqînê şewat tê de derket û li gor heman çavkaniyê ji ber wê teqînê 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê jî ragehand, ji ber wê teqîn û şewata otobûsê birîndar çêbûne û hejmara birîndaran jî aşkera nekir.

Lê belê hin çavkaniyan jimara kuştiyên ji ber vê bûyerê 19 kes ragihandine.

Heta naha ti aliyekî teqîn negirtiye serxwe û sedemê teqînê jî aşkera nebû.