Li Dêrazorê 5 terorîstên DAIŞê ji aliyê HSDê ve hatin girtin
Hezîran 26, 2021 00:05 Asia/Tehran
Li parêzgeha Dêrazor ya Sûriyê 5 terorîstên DAIŞê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve hatin girtin.
HSDê ragihandiye, hêzên wan duh li devera El Bisêre ya Dêrazorê li dijî şanên veşartî yên koma terorîst a DAIŞê operasyon pêk anîn.
Li gorî agahiyên HSDê, di wê operasyonê de 5 terorîstên DAIŞê hatin girtin û gelek çek û teqemenên wan ên curbicur jî hatin zeftkirin.