Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 73 kesên din bi Koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i326598-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_73_kesên_din_bi_koronayê_ketin
Desteya Tendirustiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê amarên nû yên Koronayê ragihandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 26, 2021 11:45 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 73 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Desteya Tendirustiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand, 73 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên Koronayê belav kirin û ragihand, 73 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 14 kes li Hesekê, 16 kes li Qamişlo, 10 kes li Dêrikê, 2 kes li Amûdê, 25 kes li Reqayê, 4 kes li Şehbayê, 1 kes li Dêrazorê û 1 kes li kampa Holê ne.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, di 24 demjimêrên borî de 2 kes ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 17672 kesan, ji wan 717 kesan jî canê xwe ji dest dane û 1778 kes ji wê nexweşiyê baş bûne.